Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Mêrdînê û Endamê Şandeya Îmraliyê Ehmed Turk derbarê pêvajoya Banga Aştî û Civaka Demokratîk de nirxandinên girîng kir.
Ehmed Turk diyar kir ku têkoşîna demokrasiyê û ya çekdarî a gelê Kurd deriyê demeke nû vekiriye û wiha got: “Eger em demokratîkbûnê pêk neynin şansê me yê serketinê nîne.”
Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Mêrdînê û Endamê Şandeya Îmraliyê Ehmed Turk li Mêrdînê di paneleke têkildarê pêvajoya Banga Aştî û Civaka Demokratîk de axivî.
Ehmed Tirk bi bîr xist ku têkoşîna gelê Kurd xwedî salên dirêj e û bal kişande li ser destûra bingehîn ya sala 1924’an.
Ehmed Turk diyar kir bi vê destûrê re dewleteke netewe hat avakirin û siyaseta helandina nasnameyên din da pêşiya xwe û wiha got:
“Ji derveyî Kurdan hemû komên din hatin helandin. Lê Kurdan têkoşîna azadiyê bi xurtî meşand û îro li ser pêyan man. Daxwazên wan yên maf û azadiyan herdem di rojeva Tirkiyê û Cîhanê de bû.”
Ehmed Turk qala hevdîtina li Îmraliyê ya bi Rêber Apo re kir
Ehmed Turk qala hevditına xwe ya li Îmraliyê a bi Rêber Apo re jî kir û got;
“Birêz Ocalan, qala pêvajoya 1993’an kir. Wê demê me li Libnanê civînek pêk anî bû. Bi agirbestê re ji bo despêkirina pêvajoya aştiyê fersend derketibû holê.
Lê hê em li Şamê bûn me xebera mirina Tûrgût Ozal bihîst û em fikirîn ku êdî ev kar qediya. Bi rastî jî wisa bû.”
Ehmed Turk da zanîn Rêber Apo li ser biryara xwe ya sala 1993’an e û ev gotinên Rêber Apo parve kir;
’32 sale em heman tiştan dubare dikin. Ev yek me nagihîne encamekê. Pêwîstî bi demeke nû, feraseteke nû, Komareke Demokratîk û Netewa Demokratîk heye.
Em neçarin îro ji nûve xwişk-biratî û dostaniya gelên Tirk û Kurd ya dîrokî ava bikin.’
Ehmed Turk anî ziman ku Rêber Apo diyar kiriye, eger Tirkiye bibe komareke demokratîk ev yek wê ne tenê pirsgirêkên li Tirkiyê wê tevkariyeke mezin li demokratîkbûna Rojhilata Navîn jî bike.
“Em demokrasiyê pêk neynin şansê me yê serketinê nîne”
Herî dawî Ehmed Turk destnîşan kir ku têkoşîna demokrasiyê û ya çekdarî a gelê Kurd deriyê demeke nû vekiriye û wiha got,
Ev demeke nû ye ku gel li dora nirxên hevpar yên demokratîk werin cem hev.
Eger em demokratîkbûnê pêk neynin şansê me yê serketinê nîne.”



