Meclisa Rêveber û Meclisa Gelan a Demokratîk li kantona Reqayê li daxwaz û giliyên şêniyan guhdarî kirin û diyar kir ku dê daxwazên lezgîn di zûtirîn dem de werin çareserkirin.
Di civînê de li daxwazên gel, ku piranî li ser dozên xizmetguzarî bûn, hat guhdarîkirin.
Xelkê hin herêman ji ber kêmbûn an jî qutbûna avê gazinên xwe kirin, di heman demê de welatiyan li ser nebaşiya kalîteya nan axivîn û got divê kalîteya wê baş be, biha kêm be û bi mîqdarek baş bigihîne wan.
Şêniyan der barê rêyên li gundewaran de axivî û got rêyên li gundewaran xerabe ne, divê werin sererastkirin û qîrkirin, ku tevgera çûn û hatinê baş be.
Di çarçoveya heman mijarê de şêniyan daxwaz kir ku binesaziya dibistanan were çêkirin, kadroyên perwerdê yên pispor û pêdiviyên guncaw ên xebata xwendinê werin peydakirin, li kêlek wê jî rêbazên dayîn û pisporiyên li gel hin mamosteyan hatin rexnekirin.
Der barê çopê de jî, şêniyan got çop pir di sendoqên wê de dimîne û cihên valakirina çopê jî zêde bûne, bi wê re bandorên neyênî li tenduristî û jîngehê dike. Şêniyan xwestek ku çareseriyên jîngehî yên guncaw werin pêkanîn û cihên avêtina çopê ji avahiyên niştecihan dûr be.
Li ser rewşa kehrebê jî, daxwazên zêdekirina saetên dayîna kehrebê û kêmkirina bihayên embîran hate kirin.
Meclisa Rêveber a kantona Reqayê diyar kir ku ew ê di zûtirîn dem de xwestekên lezgîn çareser bikin, û projeyên pêdiviyên xwe bi budceyên mezin hene nîqaş bikin û plana pêkanînê jî deynin.
Mîna van civînan dê li tevahî deverên kantona Reqayê li dar bikevin. Wê bi van civînan nexşerêyek zelal cem Meclisa Rêveber û desteyên wê yên xizmetguzarî çêbe, ku piştre pêdiviyên welatiyan pêk bînin û asta xizmetguzarî li tevahî kantonê baş bikin.



