Li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çalakiya xwendina pirtûka Rêber Apo ya ‘Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk’ ji aliyê çend kesan hatibû li dar xistin dewam dike.
Çalakiya xwendina pirtûka Rêber Apo ya ji bo têghiştina rastiyê ji 15’ê Gulanê de dest pê kirye û heta roja îro berdewame.
Endamên meclîsên xwecihî, komînan, saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî tevlî civînên xwendinê dibin.
Îbrahîm Rîhanî yek ji beşdarê çalakiyê destnîşan kir ku raman û analîzên kûr pirtûkên de hene, û her çend ew hineî giran in jî.
Îsa Mistefa: Projeya Netewa Demokratîk ji bo hemû gelan girîng e
Her wiha Rêveberê Ofîsa Perwerdeyê li taxn Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Îsa Mistefa diyar kir ku ev pirtûk ji bo pirsgirêka Kurd çareseriyên bingehîn pêşkêş dike.
Beşdaran dixwestin hişmendiya avakirina civatek siyasî û exlaqî li ser bingeha projeya neteweya demokratîk bi dest bixin.
Beşdar dixwazin nêrînek nû peyda bikin ku civakan xurt dike û nirxên dadwerî û azadiyê bi hêz bike.



