Di êrişên artêşa Îsraîlê ya li ser Şerîda Xezayê de bîlanço giran dibe.
Ji 27’ê Gulanê ve li Şerîda Xezayê di êrişên artêşa Îsraîlê de 52 kes hatin kuştin.
Li gorî daneyan, li Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve piranî jin û zarok 54 hezar û 418 kes hatine kuştin.
Êrişên artêşa Îsraîlê li gelek heremên Şerîda Xezayê didome.
Hikûmeta Filistînî ya li Xezayê ragihand ku hejmara kuştiyên hefteyekê yên êrîşên leşkerî yên Îsraîlê li ser xalên belavkirina alîkariyê, gihîştiye 52 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 340 kesan.
Hat ragihandin ku êrîş li nêzîkî navendên belavkirina alîkariyê yên bi navê navendên li bajarê Refehê yê başûrê Xezayê, wekî berdewamiya siyaseta “birçîbûn û hedefgirtina sîstematîk” a li dijî sivîlan ku 93 roj in berdewam dike, pêk hatiye.
Hikûmeta Filistînî ya li Xezeyê duh ragihand ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser xalên belavkirina alîkariyê yên bi rêberiya Amerîkayê ji 27ê Gulanê ve 49 kes hatine kuştin û zêdetirî 305 kes jî birîndar bûne.
Li gorî daneyan, li Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve piranî jin û zarok 54 hezar û 418 kes hatine kuştin.
Di êrîşa Îsraîlê ya li nêzî navenda belavkirina alîkariyê ya li Xezeyê de 3 kes mirin
Her wiha li gor agahiya ku ji çavkaniyên tenduristiyê hat hildan, artêşa Îsraîlê gule li Filistîniyên ku ji bo alîkariyên mirovî ji navenda belavkirinê ya di bin kontrola Amerîkayê ya li rojavayê bajarê Refahê wergirin hatibûn herêmê da.
Di encama êrîşê de 3 Filistînî jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Ji aliyê din ve, artêşa Îsraîlê di saetên şevê de êrîşên xwe yên bi topên hewayî û bejahî li ser deverên cuda, bi taybetî bakur û rojhilatê bajarê Xezayê, zêde kir.
Li gorî agahiyan, leşkerên Îsraîlî li Xezayê û rojhilatê Xan Yûnisê, û her wiha li bakurê Xezayê jî avahiyan teqandin.
Mizgefta Ensar li Dêr Belahê jî bi sê moşekên ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatine avêtin, hate wêrankirin.
Êrîşên dawî yên artêşa Îsraîlê li ser Filistîniyên ku hewl didan alîkariya mirovî werbigirin li du xalên cuda yên Şerîda Xezayê bûn sedema mirina 32 kesan û birîndarbûna 232 kesan.



