Li Polonyayê hilbijartinên serokatiyê pêk hat.
Di gera 2’yemîn a hilbijartinê de namezedê muxalefetê Karol Nawrockî bi wergirtina ji sedî 50.9’ê dengan bi ser ket.
Gera duyemîn a hilbijartinên serokatiyê li Polonyayê di nava nakokiyên berdewam ên di navbera hikûmeta Serokwezîr Donald Tusk û muxalefetê de, bi taybetî li ser mijarên wekî têkiliyên Yekîtiya Ewropayê, reformên dadwerî, qanûnên kurtajê û Şerê Rûsya-Ukraynayê de, pêk hat.
Di gera duyemîn de 29 milyon hilbijêrên çûn ser sindoqan.
Rafal Trzaskowski û Nawrocki, namzedê Partiya Hiqûq û Edaletê ya muhafezekar a muxalefetê, çûn ser sindoqan.
http://doc.afp.com/48UN7NP
Li gorî encamên fermî yên ku ji aliyê Komîsyona Hilbijartinê ve hatine ragihandin, Nawrocki ji sedî 50.9’ê dengan wergirt û ji bo serokatiya 5 salan hat hilbijartin.
Analîstên siyasî dibêjin ku Nawrocki, ku bi nêzîkatiya xwe ya dûrî yekîtiya Ewrupayê tê nasîn û ji polîtîkayên Serokê Amerîkayê Donald Trump îlhamê digire, dema serokatiya xwe de dibe ku bi vetokirina biryarên koalîsyonê ya bi serokatiya Tusk bixin nava tengasiyan.



