Li rojavayê eyaleta North Carolina a Amerîkayê,di şahiyekê de, êrîşek çekdarî pêk hat.
Di êrîşê de kesekî gule bêser û ber reşand û di encama gulebaranê de kesek hat kuştin û 11 kes jî birîndar bûn.
Ofîsa Şerîfê Wîlayeta North Carolina tekîdarî bûyerê daxuyaniyek da.
Ofisê di daxuyaniya xwe de got:
“Di êrîşê de, ku li dora saet 00:45 de pêk hat, bi qasî 80 gule hatine hatine reşandin û kesên li cihê bûyerê an reviyan an jî hewl dan xwe veşêrin.”
Her wiha ofîsê diyar kir ku di êrîşê de Shawn Patrick Hood ê 58 salî jiyana xwe ji dest da, ji 11 birîndaran 7 kes hîn li nexweşxaneyê têne dermankirin, ji wan 7 kesan yek rewşa wî girane.
Di êrişa çekdarî de kesek mir, 11 kes birîndar bûn
Cîgirê Şerîfê Wîlayeta Catawba County di civînekî rojnamevanî de anî ziman ku êrîş li taxeke bêdeng a bi qasî 11 km li başûrê bajarê Hickory pêk hat.
Hat ragihandin li cihê bûyerê lêkolînek berfireh tê kirin, cihê bûyerê bi qasî du doniman rûber girtiye û hem hundir û hem jî derve hatine lêkolînkirin.
Rayedar li ser îxtîmala ku di êrîşê de ji yekî zêdetir çekdar beşdar bûne, disekinin.



