Dergehê Sêmalkayê ji bo Cejna Qurbanê belavokek belav kir û eşkere kir ku di roja 5’ê Hezîranê ango roja Pêncşemê, derî li pêş çûnûhatinê ango têkliyên giştî vekirî be.
Lê belê wê, beşa bazirganiyê girtî be
Di daxuyaniyê de hat zelalkirin ku girtina her du beşan (Têkiliyên Giştî û Bazirganî) dê roja Înê 6’ê Hezîrana 2025’an dest pê bike û heta roja Duşemê 9’ê Hezîrana 2025’an berdewam bike.
Ango, wê herdu beş roja 10’ê hezîranê careke din li kar vegerin.



