Hêzên Ewlekariya Hindirîn li Hesekê, Reqa û Qamişloyê 6 sûcdar girtin.
Van kesan hem madeyên hişbir firotine û hem jî xelk xapandine û karê sextekariyê kirine.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku li Hesekê piştî operasyoneke şopandinê û lêpirsîneke berfireh, 3 kes bi tohmeta bazirganiya madeyên hişbir, girtin.
Li cem kesên girtî 8 kîlo nîv heşîş, nêzî 2 hezar tabletên madeyên hişbir (Biogablin, 150 mg), maskeke gazê ya leşkerî û 4 bombeyên destan hatine desteserkirin.
Li bajarê Qamişlo jî di 24’ê Gulanê de 2 kes bi gumana xapandin û sextekariyê hatin zeftkirin.
Her wiha di 20’ê Gulanê de li Reqayê kesek hate girtin û 150 gram krîstal û nargîleyek ji bo bikaranîna madeyên hişbirê pê re jî hatine desteserkirin.
Li gorî daxuyaniyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, her şeş kesên girtî veguhastine Dozgeriya Giştî.



