Li Helebê der barê sîstema nenavendî de semînerek hate lidarxistin û gotin ku heya ku sîstema nenavendî neyê pêkanîn, dê metirsî li ser pêkhateya cihêreng a Sûriyê hebe.
Simîner bi amedebûna Endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û meclisên gel pêk hat.
Li wir hate diyarkirin ku têgeha nenavendîbûnê ne tenê vebijêrkeke îdarî ye, lê belê derfetê dide her kesî beşdarî çêkirin û pêkanîna biryarên hikumetê bibe û dihêle ku saziyên hikumetê baştir bixebitin.



