Paketa Darazê ya 10’emîn sibê wê li meclîsa Tirkiyê bê nirxandin.
DEM Partî û partiyên din yên muxalefetê nerazîbên nîşan dan û ragihandin ku ev yek bersiva bendewariyên civakê nade û li dijî girtîyên siyasî cihêkarî tê kirin.”
Paketa Darazê ya 10’emîn a ku bi îmzeya AKP’ê pêşkêşî Meclîsê hate kirin û MHP’ê jî piştgirî da, wê sibe li Meclîsê bê nirxandin.
Di hevdîtinên li komîsyonê de partiyên muxalefetê nerazîbûn nîşan dan.
Paket 31’ê Gulanê pêşkêşî Komîsyona Edaletê ya Meclîsê hate kirin.
DEM Partî: Pakêta darazê ne li gorî aştiya civakî ye û xwedî naverokek cihêkar e
DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî vê pakêtê da û diyar kir daxwazên civakê pêşwazî nake. DEM Partî eşkere dike ku di paketê de pêşî li azadiya girtiyên siyasî tê girtin.
Her wiha DEM Partî dibêje, “Pakêta ku pêşkêşî meclisê hatiye kirin ne xwedî naverokeke li gorî aştiya civakî ye. Li dijî girtîyên siyasî cihêkarî tê kirin û têkiliya hêvî û aştiya civakî paşguh dike.”
Li gorî tê diyar kirin di çarçoveya vê paketê de wê bi deh hezaran girtî bên berdan.
Li gorî daneyên Wezareta Edaletê yê Tirkiyê zêdeyî 403 hezar kes li Tirkiyê girtî ne. Lê girtîgehên heyî tenê ji bo 300 hezar kesî ne.



