Êişên dewleta Tirk a dagirker, tevî biryara PKK’ê ya xwe fesixkirinê û biryara NPG’ê ya agirbestê jî heta niha dewam dike.
Di nava 3 mehan de artêşa Tirk a dagirker nêzî 18 hezar êriş li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anîne.
Biryaniya van êrişan bi çekên giran û qedexekirî pêk hatiye.
Li ser banga dîrokî ya Rêber Apo ya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” PKK’ê kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist û biryara xwefesixkirin û bidawîkirina têkoşîna çekdarî da.
Di 1’ê Adarê de Biryargeha Navenda Hêzên Parastina Gel (NPG) agirbest ragihand.
Tevî van biryara PKK’ê ya xwe fesixkirin û agirbestê, lê artêşa Tirk a dagirker êrişên hewayî û bejahî li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne.
Artêşa Tirk a dagirker ji 1’ê Adarê heya 28’ê Gulanê 17 hezar û 998 êriş li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anîne.
Bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi vî rengî ye:
Di meha Adarê de, artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran û obîsan hezar û 72 êriş pêk anîn.
811 carî êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.
Artêşa Tirk a dagirker 715 êriş (14 bi balafirên şer, 6 bi helîkopterên êrişê, 692 çekên giran û obîsan) pêk anîn.
521 caran bi balafirên û çekên giran êrişî qadên gerîla kirin.
Her wiha ji hewa û bejahî ve hezar û 736 êriş û piştî wê 937 êriş li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin kirin.
518 êrişên hewayî, bejahî û bi teqemeniya qedexekirî êriş pêk anî.
Artêşa dagirker hezar û 88 êriş li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anîn.
Di meha Nîsanê de Herêmên Parastinê yên Medyayê 2 hezar û 138 caran bi balafirên şer û obîsan hatin bombebarankirin û topbarankirin.
Artêşa Tirk a dagirker ji hewa û bejahî ve hezar û 26 êriş li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anîn.
Herêmên Parastinê yên Medyayê bi çekên giran û obîsan hezar û 513 hat topbarankirin.
691 êriş bi çekên giran li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin kirin.
Artêşa Tirk a dagirker bi obîs û çekên giran hezar û 164 êriş li ser herêmê pêk anîn.
Di navbera 29’ê Nîsanê-1’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker hezar û 84 caran êriş li dijî herêmê pêk anîn.
Di meha Gulanê de 774 êriş bi çêkên cuda li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin kirin.
Artêşa Tirk a dagirker bi çekên qedexekirî êriş bire ser herêma Şêladizê ya Metînayê.
35 carî êrişî sînorê parêzgeha Dihokê ya Başûrê Kurdistanê pêk anîn.
Di navbera 20-28’ê Gulanê de bi çekên qedexekirî 34 êriş hatin kirin.



