Dezgeha dijî madeyên hişber li Qamîşlo di roja Sêşemê de operasyonek pêk anî.Di encamê de 6 kes bi tohmeta bazirganî û belavkirina madeyên hişber di nav bajêr de girtin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihandin ku di 29’ê Gulanê de, li Qamişlo piştî operasyoneke şopandinê û lêpirsîneke berfireh, 3 kes bi tohmeta bazirganiya madeyên hişbir, girtin.
Her wiha Hêzê diyar kir ku di dema lêpirsîna wan her 3 kesana de, eşkere kirin ku endamne din yên girêdayî vê komê hene,
û piştre di operasyonên ewlehiyê yên cuda de, li çend taxên bajêr ew jî hatin girtin.
Her wiha hejmareke mezin ji madeyên hişber û çekan jî bi wan re hatin desteserkirin.
Ji bo temamkirina lêpirsînan û girtina tedbîrên qanûnî, kesên hatine girtin şandin Dozgeriya Komarê.



