Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Reqayê karnameyên sala perwerdeyê ya 2024-2025’an li xwendekarên dibistanên seretayî û navîn belav kirin.
Li dibistanên Kantonên Reqayê bi şahiyan karname li xwendekarên astên seretayî û navîn hatin belavkirin.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê jî xwendekarên serkeftî xelat kirin.
Li Kantonê hejmara xwendekarên her sê astan (seretayî, navîn û amadehî) 95 hezar û 324 xwendekar e.
Li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwendekarên astên seretayî û navîn ezmûnên xwe di 29’ê Gulanê de bi dawî kirin û ketin betlaneyê.



