Li deverên di bin kontrola Desthilata Şamê de, mirov bi tirs li kolanan dimeşe.
Ji ber gelek kes tên revandin û çarenûsa nema tê zanîn.
Di 10 rojan de, 17 kes li wan herêman hatine revandin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê SOHR’ê da zanîn li herêmên di bin serweriya desthilata Şamê de, di nava 10 rojan 17 kes hatine revandin.
Ji wan li Şamê 7 mêr, li Laziqiyê 3 mêr, li Hemayê 2 mêr, li Tertûsê 2 jin, li Humsê jinek, li gundewarên Şamê zarokek û li Helebê mêrek hatine revandin.



