Rêveberê Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê, parêzer Mehmet Oner got ku divê Tirkiyê qanûna “Mafê Hêviyê” derbarê Rêber Apo de pêk bîne. Ji ber ku wê rasterast bandorê li pêvajoya aştiyê bike. Oner bang li hemû hiqûqnas, akademîsyen û komeleyan kir ku ji bo pêşîgirtina li binpêkirinên qanûnî kar bikin.
18’ê Adara 2014’an Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar da ku cezayê zîndana hetahetayî ya derheqê Abdullah Ocalan regezên “Mafê Hêviyê” bin pê dike. Her wiha ev rewş peymana Ewropayê ya mafên mirovan paşguh dike.
Dadgehê ji Tirkiyê daxwaz kir ku di vê çarçoveyê de guhertinan di zagonên xwe de pêk bîne. Lê belê dewleta tirk ji sala biriyarê 2014 û heta roja îro ti guhertin û gav debarê “Mafê Hêviyê” de neavêtiye.
Derbarê mijarê de Rêveberê Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Mehmet Oner axivî.
Parêzer Mehmet Oner diyar kir ku wê di meha îlonê de ‘mafê hêviyê’ di Konseya wezîran a Ewropayê de careke din bê rojevê û dê heta wê demê ji bo Tirkiye têkildarî mafê hêviyê gav biavêje, xebatên xwe bidomînin û wiha dewam kir:
Oner: Hêjî Bahçelî daxuyaniya xwe ya Mafê Hêviyê bi cî neaniye
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe ya 22’ê Cotmeha 2024’an de li ser ‘mafê hêviyê’ daxuyanî da.
Lê belê di nava 10 mehên dawî de ta niha gavek bi tenê jî di çarçoveya ‘mafê hêviyê’ de nehat avêtin.
Parêzer Mehmet Oner derbarê xebat û çalakiyên ji bo pêkanîna “mafê hêviyê” de plansaziya xwe anî ziman û wiha got:
Oner: Mafê Hêviyê wê bandoreke cidî li pêvajoya aştiyê bike
Me biryar daye ku li hemû şaxên xwe panelan organîze bike.
Bi “Bultena Mafê Hêviyê” hedef dikin ku bi rêya medyaya farazî hişyariya gel bikin.
Her wiha, OHD armanc dike ku di mijara “mafê hêviyê” de bi hevkariya rêxistinên sivîl mijarê vebêje.
Rêveberê Navenda Giştî yê OHD’ê parêzer Mehmet Oner qala geşedanên piştî banga Aştiyê jî kir û wiha anî ziman:
Oner: Gelên Tirkiyê hêviyên xwe bi pêvajoya aştiyê ve girê dane
Her kesên li Tirkiyê dijîn hêviya xwe bi vê pêvajoyê ve girê dane.
Gelek kom ji bo serketina pêvajoyê bi hemû awayî hewl didin.
Ji bo pêvajo bi ser bikeve pratîkên hevpar girîng in.
Qanûna înfazê herî dawî hat aşkerakirin.
Der barê qanûna îdamê de bendewariyên mezin ji civakê hebûn.
Lê belê pêk nehat û ti ji bendewariyan bi cih nehat.
Oner: Em bang li hiqûqnasan dikin ji bo pêkanîna “Mafê Hêviyê” kar bikin
Rêveberê Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Mehmet Oner dawiya axaftina xwe de got:
Divê dewleta tirk qanûna Mafê Hêviyê pêk bîne.
Ji ber ku bi awayekî cidî wê bandorê li rêveçûna pêvajoya aştiyê bike.
Em bang li hemû hiqûqnas, akademîsyen, komele û baroyan dikin ku ji bo pêşîgirtina li binpêkirinên qanûnî kar bikin.



