“Ji Serxwebûn û Azadiyê Bi Rûmettir Tiştek Nîne”
Bi vê dirûşmê dest pê kir rêwîtiya Kovara Serxwebûnê.
Piştî fesixkirina PKK’ê, Weşana Navendî ya Tevgera Azadiya Kurdistanê Serxwebûnê jî dawî li weşana xwe anî.
Em li çîrok û têkoşîna Dengê Şoreşa Azadiyê ya 44 salên Serxwebûnê ku 521 hejmar derket binêrin.
Bi pêşengiya PKK’ê destpêkirina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê re, çîrok û rêwîtiya Serxwebûnê jî pêşî weke kovar û paşê jî weke rojname dest pê dike.
Di Konferansa 1. Ya PKK’ê a di Tîrmeha 1981’ê de ji bo weke weşana mehane xebatên xwe bidomîne bîryar tê girtin.
Destpêkê li ser rêya Amed-Riha-Elezîz-Enqerê, bi derfetên kêm 4 salan bi rengê hejmarên taybet dest bi weşana xwe dike.
“Ji Serxwebûn û Azadiyê bi Rûmettir Tiştek Nîne” bi vê dirûşmê di meha Çileyê ya 1982’an de jî li Ewropayê dest bi weşana xwe ya fermi dike.
Têkoşîna 44 salan ya dengê şoreşa azadiya Kurdistanê: Serxwebûn
Serxwebûn ji sala 1978’an heta sala 1982’an weke weşanên taybet xebatên xwe didomîne û nêrîn û nirxandinên Rêber Apo ên mîna “Rêya Şoreşa Kurdistanê”, “Li Kurdistanê Rola Zorê” û hwd, diweşîne.
Serxwebûn bi “Manîfestoya Rêya Şoreşa Kurdistanê” dest bi weşana xwe dike.
Ango Serxwebûn nêrîn û nirxandinên Rêber Apo dighîne gel û kadroyan. Dibe yek ji materyala herî bingehîn ya dibistana Apocî.
Ji kadroyên pêşeng yên PKK’ê Mazlûm Dogan, Xeyrî Dûrmûş û Alî Haydar Kaytan di avabûnê de berpirsyariya Serxwebûnê digirin ser xwe.
Biryara derxistina wê di Nîsana 1978’an de di civîneke li bajarê Elezîzê de tê dayîn. Ji bo wê jî desteya weşanê tê erkdarkirin û li Amedê bi koordînekirina Rêber Apo dest bi xebatên xwe dike.
Ji ber ku armanca tevgera Apocî serxwebûna Kurdistanê ye, navê weşanê jî weke Serxwebûn tê qebûlkirin.
Ji ber navê Kovarê Serxwebûne, dirûşma herî guncaw jî ku cewherê wê nîşan bide, dirûşma “Ji Serxwebûn û Azadiyê Bi Rûmettir Tiştek Nîne” ya serokê şoreşa Vîetnamê Ho Che Mînh tê qebûlkirin.
Heta kongreya duyemîn ya PKK’ê ya sala 1982’an rewşa mêtingerya li Kurdsitanê, pêwîstiya şerê çekdarî, ezmûnên şoreşên cîhanê û gelek mijarên din di rûpelên rojnameyê de cih digirin.
Ya herî girîng jî piştî kongreya 2. xebatên Serxwebûnê zêde dibin û rêwitiya gerîlayan ya ber bi Bakurê Kurdistanê û şerê çekdarî dixe rojeva xwe.
Ji derveyî nivîs û nirxandinan, nûçe jî di hejmarên Serxwebûnê de cih digirin. Nûçeya wê ya yekemîn cezakirina sîxurekî bû û nûçeya herî navdar û mezin jî “Guleya Yekemîn” ya destpêkirina Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an bû.
Li Kurdistanê fikir û ramana azadîxwaz û serxwebûnê ya rast bi rojnameya Serxwebûnê dest pê dike.
Rojnameya Serxwebûn di dîroka Kurdistanê de bi rola herî girîng ya îdeolojîk radibe. 44 salan bê navber bi xebatên xwe yên ronakbiriyê tevkariyeke mezin li Tevgera Rizgariya Netewî ya Kurdistanê dike û di avabûna nasnemeya civakî û çandî de cihekî girîng digre.
Bingeha ragihandina azad bi serxwebûnê hat avêtin
Bi vî rengî bingeha Ragihandina Azad bi Serxwebûnê hat avêtin.
Hemû agahî û belgeyên berfireh yên têkoşîna nîv sedsalî ya Tevgera Azadiya Kurdistanê di Serxwebûnê de hene.
Di jiyana xwe 44 salan de Serxwebûnê di mijara guherîna şoreşa zihnî ya Kurdistanê de roleke sereke lîst.
Bi hejmara xwe ya 521’an ya Gulana 2025’an jî , bi nivîsa “Ji bo destpêkeke nû” ya xatir xwestinê, ev rêwîtiya xwe bi dawî kir.
Serxwebûn nebuya îro ragihandina azad jî nedibû.



