Êrişên hewayî û bejahî yên artêşa Îsraîlê li Şerîda Xezayê didome.
Îro jî artêşê li Xan Yunis a başûrê Şerîda Xezayê êrişî konên koçberan kir.
Li gorî rayedaran di êrişê de 18 kes hatine kuştin û hejmarek zêde jî birîndar bûne.
Artêşa Îsraîlê îro jî li Xan Yunis a başûrê Şerîda Xezayê êrişî konên koçberan kir.
Ajansa fermî ya Filîstinê WAFA’yê ragihand ku êriş bi balafirên bê mirov li dijî koçberên li Xan Yunisê hatiye kirin.
Di êrişê de di nav de jin û zarok 18 kes hatine kuştin û hejmarek zêde birîndar bûn.
Di êrişê de 18 kes mirin û gelek kes birîndar bûn
Çavkaniyên tenduristiyê li heremê gotin piştî êrişê gelek kes ên birîndar anîn nexweşxaneyê.
Her wiha hate ragihandin ku tanqên Îsraîlê li başûrê Xan Yunisê malên sivîlan gulebaran kiriye, heremên bakur-rojhilatê Xezayê jî bi topan hatine armanckirin.
Artêşa Îsraîlê li şerîa Rojava serdegirtinan pêk anî
Li aliyê din leşkerên Îsraîlê bi hejmarek zêde wesayîtên zirxî ketin Kampa Faria û bajaroka Tammûn ya Şerîa Rojava.
Li gorî çavkaniyan hêzên Îsraîlî bi aliyatên giran hin rêyan xera kiriye.
Di heman demê de leşkeran serdegirtina malan pêk anîn, hin malan jî weke biryargeha leşkerî kar anîn.
Her wekî din Komeleya Dîl ên Filîstinê diyar kir ku li bajaroka Tammunê hêzên Îsraîlê zêdetirî 10 kesan binçav kiriye.
Li kampên Benî Avde, Faria’yê jî herî kêm 2 kes hatine binçavkirin.
Artêşa Îsraîlê di 21’ê Çileya 2024’an de li bakurê Şerîa Rojava êrîşî kampên penaberan kir.
Êrîşên ku pêşî li Kampa Cenînê dest pê kirin, bi demê re ber bi deverên wekî Nur Şems, Tulkerîm, Faria û Temmûn ve belav bûn.
Artêşa Îsraîlê, ku piştî êrîşeke 10 rojan ji van her du deveran vekişiyabû, êrîşên xwe ji nû ve dest pê kirin.
Ji 7’ê Cotmeha 2023’Yan vir ve, Îsraîlê di êrîşên qirkirinê yên ku li Şerîda Xezayê bi piştgiriya bê şert û merc a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pêk aniye de zêdetirî 179 hezar Filistînî, ku piraniya wan jin û zarok in, kuştine an jî birîndar kirine.
Zêdetirî 11 hezar kes winda ne. Di heman demê de, artêşa Îsraîlê li Şerîaya Rojava êrîşên xwe zêde kirine.
Li gorî çavkaniyên Filistînî, ji 7’ê Cotmehê vir ve di êrîşên hêzên Îsraîlê yên li Şerîaya Rojava û Qudsê de herî kêm hezar kes hatine kuştin, nêzîkî 7 hezar kes birîndar bûne û zêdetirî 17 hezar kes hatine girtin.



