Li Berava Sûriyê, rewşa jinên Elewî pir xerab e.
Vêga, revandina 50 jinan li Tertûsê hatiye tomarkirin û jin nikarin ji malan derkevin.
Kanala France 24 di rapora xwe dibêje ku dema çekdar pirsa mezheb ji keçeke elewî dikin û nasdikin ku elewî ye wê direvînin.
Xuşika keçika revandî diyar kir ku dema diçû karê xwe hate revandin û tu têkiliyan wan bi siyasetê re tune ye.
Di raporê de hatiye destnîşankirin ku hin jinên hatibûn revandin, hatibûn benckirin û muameleya xirab li wan hatiye kirin.
Li gor heman raporê piştî êrişên li dijî elewiyan li berava Sûriyê niha pêleke revandina jinên Elewî serwer e.
Çalakvaneke têkildarî dosyaya revandina jinan diyar kir ku rojane 2-3 rewşên revandina jinan li Tertûs û gundewarên wê têne tomarkirin.
Her wiha îşaret bi vê yekê kir ku jinên têne revandin ji temenên cuda ne ango dayik, jinên zewicî, zarok û xwendekarên dibistanan in.



