Operasyonên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî terorê û bazirganên madeyên hişbirê dewam dike.
Herî dawiyê jî li kantona Reqayê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi operasyonekê 7 çeteyên DAIŞ’ê girtin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn eşker kir ku wan operasyonek bibandor li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li kantona Reqayê li dar xistiye.
Di encama de 7 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin ku kiryarên xirabkirin û têkbirina ewlehiya herêmê pêk dianîn.
Li gorî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ev operasyon di çarçoveya hewldanên berdewam ên bi armanca parastina ewlehî û aramiyê a li herêmê pêk hat.



