Platforma Aştî û Azadiyê ya Ewropayê kampanya “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” da destpêkirin.
Di daxuyaniya platformê de hate diyarkirin ku di çarçoveya kampanyayê de serlêdan wê ji Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê re bê kirin.
Her wekî destnîşan kir ku ev bang bo aştî, azadî, wekhevî, edalet û çareseriya pirsgirêka Kurd wekî bingeheke girîng pêşkêş dike.
Bang li akademîsyen, hunermend, siyasetmedar, rojnamevan, parêzvanên mafên mirovan, çalakvan û raya giştî ya navneteweyî hat kirin ku ji bo serdana Rêber Apo ya li Girtîgeha Îmraliyê bi awayekî fermî serî Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê bidin.
Her wiha ji beşdaran hat xwestin ku ji bilî serlêdanên nivîskî, bi çêkirina vîdeoyên kurt peyamên xwe yên li ser girîngiya van serdanan parve bikin.



