Washingtonê bi îdîaya ‘ne rewa’ û ‘siyasîbûyî’ pêkanîn danî ser çar dadgerên Dadgeha Ceza ya Navneteweyî.
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu roja îro serê sibehê Donald Trump û rêveberiya wî ji ber biryara pêkanînê pîroz kir.
Washingtonê bi îdîaya ‘ne rewa’ û ‘siyasîbûyî’ pêkanîn danî ser çar dadgerên Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN).
Dadgeha Ceza ya Navneteweyî
Dadgehê biryar şermezar kir, Netanyahu jî pîroz kir
Di daxuyaniya Wezerta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYE) de hate gotin:
“Ev biryar nîşan dide ku Dadgeha Ceza ya Navneteweyî siyasî bûye, erka xwe îstîsmar dike û bi vî rengî bûye gefeke cidî.”
Wezaretê got:
“Ev her çar kes bi rengekî çalak tevlî çalakiyên Dadgeha Ceza ya Navneteweyî yên li hemberî DYA û hevalbendê me yê nêz Îsraîlê bûne.”
Dadgerên bûne hedef Solomy Balungi Bossa û Luz del Carmen Ibanez Carranza ne ku li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî têkildarî sûcên şer ên tê îdîakirin ku leşkerên Amerîkî li Efganistanê kirine, lêpirsîn dane destpêkirin.
Her wiha dadger Reine Alapini Gansou û Beti Hohler e ku destûr dabû ku Dadgeha Ceza ya Navneteweyî fermana girtina Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê yê berê Yoav Gallant ragihîne.
Dadgeran diyar kiribûn ku ‘hincetên maqûl’ hene ku nîşan didin, herdu rayedarên Îsraîlî di şerê li Xezeyê de sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê kirine.
Meha Sibatê, DYA’yê pêkanîn li ser dozgerê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî Karim Khan jî ferz kiribû ku li hemberî rêveberiya Îsraîlê ev doz dabû destpêkirin.
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu roja îro serê sibehê Donald Trump û rêveberiya wî ji ber biryara pêkanînê pîroz kir.
Dadgeha Ceza ya Navneteweyî jî daxuyaniyek weşand û got:
“Dadgeha Ceza ya Navneteweyî piştgiriyeke tam dide personelên xwe û wê karên xwe bi wêrekî dewam bike.”



