Artêşa Rûsyayê bi balafirên bê mirov li ser paytext Kîevê êriş pêk anî.. Hat ragihand ku di êrişê de 4 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûne.
Rayedarên Ukraynayê jî dibêjin Rûsya bi tevahî 44 moşekan, di nav de 407 balafirên bê mirov, moşekên balîstîk û yên krûz, êrîşî Ukraynayê kiriye.
Şaredarê Kîevê Vitaliy Klitschko (Vîtalî Kilîçko) li ser hesabê xwe yê Telegramê diyar kir ku artêşa Rûsyayê bi balafirên bê mirov li ser paytext Kîevê êriş pêk aniye.
Li gorî agahiyan, ji ber êrîşê li heremên cuda yên Kîevê 4 kes mirin û 20 kes birîndar bûn.
Klitschko (Kilîçko) destnîşan kir ku hewldanên lêgerîn û rizgarkirinê li herêmê berdewam dikin.
Ji aliyekî din ve, Şaredarê Lutskê yê Ukraynayê, Igor Polişuk, li ser hesabê xwe yê Telegramê ragihand ku di êrîşa bi moşek û dronan a ku ji aliyê Rûsyayê ve li ser bajêr hatiye kirin de 5 kes birîndar bûne.
Di daxuyaniyek nivîskî ya Hêza Hewayî ya Hêzên Çekdar ên Ukraynayê de, hate teqez kirin ku xetera êrîşên bi moşek û dronan li dijî deverên cuda yên welêt berdewam dike.
Sybiha: Rûsya bersiva îmhakirina balafirên xwe da
Her wiha Wezîrê Derve yê Ukraynayê Andrii Sybiha (Andrî Sibîha) têkîldarî êrişa Rûsyayê li ser hesabê xwe yê X’ê nivîsek parve kir.
Sybiha bertek nîşanî êrîşên hewayî yên ku artêşa Rûsyayê bi şev û serê sibê li deverên cuda yên Ukraynayê pêk aniye.
Sybiha bi îdiaya ku Rûsyayê di 1’ê Hezîranê de li ser balafirên şer ên Rûsyayê bersiv daye, got:
“Rûsyayê bi şev bi êrîşkirina sivîlan li Ukraynayê bersiv da îmhakirina balafirên xwe.”
Wezîrê Derve yê Ukraynayê dibêje 6 bajar û heremên din ên Ukraynayê di êrişên Rûsyayê de bûne armanc û got:
“Avahiyên pirqatî hatin lêdan. Binesaziya enerjiyê zirar dît.
Cudahiya di navbera Ukrayna û Rûsyayê de ev e ku Ukrayna li hedefên leşkerî yên rewa dixe.
Rûsya deverên niştecihbûnê, sivîlan û binesaziya krîtîk hedef digire.”
“3 kes di êrîşan de hatin kuştin, 40 kes birîndar bûn”
Daxuyaniyek li ser hesabê Telegramê yê Polîsê Neteweyî yê Ukraynayê hat dayîn û hat diyarkirin ku li gorî agahiyên heyî, ji ber êrîşên Rûsyayê li welêt 3 kes hatine kuştin û 40 kes jî birîndar bûne.
Li gorî agahiyên ji çapemeniya herêmî hatine wergirtin, ji ber êrîşan hin îstasyonên metro û xetên trênê li Kîevê hatine girtin, û li deverên cuda yên welêt qutbûna elektrîkê çêbûye.
Şaredarê Kîevê Vitaliy Klitschko berê li ser hesabê xwe yê Telegramê derbarê vê êrîşê de daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku ji ber êrîşên Rûsyayê li paytextê 4 kes mirine.
Ukrayna: Rûsyayê bi 407 balafirên bê mirov û 44 moşekan êrîş kir
Berdevkê Fermandariya Hêza Hewayî ya Ukraynayê Yuriy Ignat jî ji çapemeniya herêmî re diyar kir ku artêşa Rûsyayê bi tevahî 44 moşekan, di nav de 407 balafirên bê mirov, moşekên balîstîk û yên krûz, êrîşî Ukraynayê kiriye.
Ignat ragihand ku nêzîkî 30 moşek û nêzîkî 200 balafirên bê mirov ji aliyê hêzên parastina hewayî ve hatine îmhakirin.
Rûsya: Me bi şev 174 îha yên ukraynayê li herêmên cûrbecûr xistin xwarê
Li aliyê din daxuyaniyek ji wezaretê diyar kir ku Ukraynayê bi şev bi balafirên bê mirov êrîşek li ser axa Rûsyayê kiriye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku 174 balafirên bê mirov ji hêla pergalên parastina hewayî ya Rûsyayê ve hatine xistin xwarê.
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku 3 mûşekên krûz ên Ukraynayê yên “Neptun-MD” ji hêla pergalên parastina hewayî ve li Deryaya Reş hatine îmhakirin.



