TAJÊ derbarê 9’emîn salvegera şewitandina 19 jinên Êzidî de daxuyanî da û 19 jinên berxwedêr bibîr anî. TAJÊ ji bo zelalkirina nasnameya 19 jinên ku ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn şewitandin, bang li hikûmeta Iraqê û civaka navneteweyî kir.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya 9’emîn salvegera şewitandina jinên Êzidî, li Sinûnê ber çerxa Mam Zekî daxuyanî da.
Di sala 2016’an de li Musilê 19 jinên Êzidî ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn şewitandin.
Çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de fermana 74’an bi ser civaka Êzidiyên li Şengalê pêk anî.
Zihniyeta desthilatdar ji bo baweriya êzidiyatî ku yek ji kevintir baweriya li ser axa Mezopotamya ye ji holê rakirana destpêkê jinan kiriye hedef.
Her wiha daxuyanî ji hêla berdevka komîteya Dîplomasiya TAJÊ Suham Şingalî ve hat xwendin.
Suham Şingalî diyar kir ku Çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran keç û jinên Êzidî revandin û wan di bazarên weke Mûsil û Reqayê de firotin, tecawiz kirin, kuştin.



