Îro roja yekemîn ya cejna qurbanê de bi sed hezaran heciyan serdana hecê kirin û li bajarê Mekê nimêja cejnê kirin.
Ibadetê hecên yên îsal jî di bin germahiya zêde de pêk hatin.
Bi sed hezaran heciyên ji çar aliyên cîhanê li bajarê Mekê ne.
Roja pêncşemê namzetên heciyan li Girê Erefayê dua kirin.
Di roja dawî ya îbadetê de jî li Mizgefta Heram nimêja cejna qurbanê kirin.
Her wiha piştî nimêjê li dora Kabeyê ku di navenda mizgefta Heram de ye, geriyan û tewaf kirin.
Her wiha ji bo rêûresma kevir avêtinê jî pêk bînin heciyan berê xwe dan geliyê Mîna yê derveyî Mekeyê.



