Şerê di navbera mirovê herî dewlemend yê Cîhanê Elon Musk û Serokê Amerîkayê Donald Trump mezin dibe.
Her du hev du tawanbar dikin, gefan li hev dixwin û heqaretan li hev dikin.
Musk dibêje “Ez nebûma Trump nedibû serokê Amerîkayê.”
Di van rojên dawiyê de şer û nakokiyên di navber Elon Musk û Serokê Amerîkayê Donald Trump de mezin buye.
Her du jî li dijî hev daxuyaniyên tund didin, gefan li hev dixwin û gotinên giran li hev dikin.
Musk idia dike ku navê Trump di belgeyên Jeffrey Epstein de hene. Epstein ku li girtîhê xwe dikuje, derbarê destavêtina gelek zarokên keç û kesan û bazirganiya mirovan de dihat tawanbar kirin.
Ji ber aloziya di navbera herduyan de Şirketa mezin ya wesayîtên bi elektrîkê dixebitin, Tesla, ji sedî 14 nirx winda kir û di rojekê de 153 mîlyar dolar nirx ji dest da.
Musk: Ez nebûma Trump di hilbijartinan de bi ser nediket
Di kampanyaya hilbijartinên Amerîkayê de Musk piştgiriyeke mezin dabû Trump û nêzî 250 mîlyon dolar xerx kiribû.
Musk têkildarî mijarê daxuyanî da û ragihand ku ew nebûya Trump nikaribû bi serbikeve.
Elon Musk ku di heman demê de şêwirmendê Trump bû, hefteya borî ji erka xwe ya li Qesra Spî îstifa kir.
Musk ev demeke rexneyên tund li pêşnûmeya lêçûnê ya ku Trump pêşkêşî Kongreya Amerîkayê kiriye, dike û li dijî wê pêşnûmeyê xebatên lobî dimeşîne.
Musk derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê X wiha got, “Ez xemgînim, lê êdî nikarim xwe li ber vê ragirim, ev pêşnûmeya lêçûnê ya mezin tiştekî kirêt e. Yên deng danê bila şerm bikin.”
Trump: Ez ê hemû peymanên Musk yên bi hikumetê re betal bikim
Trump ku duh bi serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz li li Qesra Spî hevdîtin pêk anîn, diyar kir daxuyaniyên Musk ew matmayî hiştiye.
Trump dibêje ku dema derbasbuyî de wî gelek alîkariya Musk kiriye û got, “Berê têkiliyên me yên baş hebûn, lê wê ev têkilî êdî baş bimeşin an nemeşin nizanim.”
Her wiha Trump ragihand ku hemû peymanên Musk ku bi hikumeta Amerîkayê re îmze kiriye, wê betal bike.



