Serokê Partiya Tevgera Netewe-perest-MHP’ê Dewlet Bahçelî eşkere kir, Banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk û bîryarên Kongreya PKK’ê gavên girîng û got, “Ji îro pê de wê pêvajoya demokratîkbûnê were destpêkirin.”
Bahçelî bi boneya cejnê çû serdana gora serokê partiya xwe yê berê û paşê daxuyanî da.
Bahçelî bal kişande li ser banga Rêber Apo û bîryarên Kongreya PKK’ê û got,
“Bi daxuyaniya Rêberê Damezrîner Abdullah Ocalan ya Banga Aştî û Civaka Demokratîk PKK’ê bîryara xwe-fesixkirinê û çekdanînê girt.
Ev gaveke girîng e. Ji îro şûnde pêvajoya demokratîkbûnê û mafên mirovan dest pê dike.”
Bahçelî ji hemû partiyên siyasî jî xwest ku xwedî li vê pêvajoyê derkevin.
Her wiha diyar kir divê meclis piştî cejnê dest bi xebatên destûra bingehîn ya nû bike û qanûna partiyên siyasî jî li ber çavan were derbaskirin.



