Mislimanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nimêja Cejna Qurbanê de ji bo Sûriyê û tevahî gelê wê hêvî kir ku aştî û hezkirin belav bibe û hewldanên ji bo avakirina siberojek baştir û xweştir ji bo welat û civakê peyîda bibe.
Piştî ji goristanên şehîdan vegerîn, mislimanên li bajar û deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di serê sibehê de berê xwe da mizgeftan ku nimêja Cejna Qurbanê bikin.
Îmamên mizgeftan girîngî da yekitî, biratiyê û banga redkirina fitne û nakokiyan, xebitîna ji bo xurtkirina aştî û aramiyê li herêmê kir.
Cejn li kêlek nimêj, zikrê û lavayê boneyek ji bo xurtkirina hevgirtina civakî, jinûve vejandina rihê hevgirtin û hezkirinê ye.
Îmaman diyar kir ku cejn ji bo xurtkirina têkiliyên civakî û mirovî firsetek e û ew boneyek ji bo pêşxistina nirxên hevgirtinê di navbera ferdên civakê, şênî û dostan de.
Piştî nimêjê, nimêjvanan pîrozbahiyên xwe pêşkêş kir.
Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, piştî serdana goristanan û nimêjê, di her cejnekê de şênî serdana hev û xizmên xwe, dikin.



