Çeteyên Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê pakrewangeh ku cihên pîroz ên civakî ye hilweşandiye.
Dîmenên ku ajansa ANHA bi dest xistine hovîtiya çeteyan derdixe ber çevan.
Dema ku dewleta Tirk dema ku Efrîn dagirker yek ji cihên ku kire hedefa êrişên xwe jî pakrewangeh bûn.
Çeteyên ku nesîbê xwe ji mirovahiyê negirtiye, hemû gorên şehîdan hilweşandin .
Li ser wan goran baregeh ava kirin.
Yek ji pakrewangehên ku hatine hilweşandin jî Pakrewangeha Şehîd Refîq ya navçeya Şera ye.
Hat gotin ku çeteyan piştî dagirkirinê, beşek pakrewangehê xera kir .
Bi fînansekirina komeleya bi navê Biratiya Kiwêtê kampek bi navê “Nanê Xêrê” li ser ava kir.
Piştî demekê jî li ser mizgeft hat çêkirin û goristan veguhartin cihê niştecihbûnê.
Hin dîmen û wêneyên ku gihiştin ajansa ANHA , hovîtiya çeteyan a li hemberî pakrewangehê radixe ber çavan.



