Hêzeke leşkerî ya Îsraîlê derbasî herêma Ebû Qibês a gundewarê Quneytirayê bû.
Li hemberî vê destwerdanê desthilata Şamê bêdeng e.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand :
Hêzeke leşkerî ya Îsraîlê careke din pîvanên navneteweyî binpê kirin û derbasî gundewarê Quneytirayê bû.
5 wesayîtên leşkerî bê ku bi sivîlan re têkildar bin, derbasî herêma Ebû Qibês a bajarokê Kodene bû .
Li wir rewşeke tevliheviyê li herêmê û di nav niştecihên herêmê de derxist.
Ev destwerdan beşek ji kiryarên Îsraîlê yên li dijî serweriya Sûriyeyê ye ku gelek car in derbasî xaka Sûriyeyê dibe.
Pêr jî SOHR’ê ragihand ku hêzeke leşkerî derbasî gundê Mejdûliya yê heman herêmê bû.
Li hemberî van kiryaran gumanên li ser pêşeroja herêmê û aramiya wê zêde dibin.



