Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê li ser rola jinan di pêşeroja Sûriyê de axivîn.
Jinên siyasetmedar diyar kir ku avakirina pêşeroja Sûriyê tenê li ser bingehên demokratîk û sosyalîst ya bi pêşengiya siyasî û civakî ya Sûriyê pêkan e.
Desthilata Şamê ya heyî mîna rejîma berê ya Esed hewl dide ku jinê li welêt paşguh bike.
Tevî zexta desthilatê li ser jinê û paşguhkirina wê di destûtê de, dengê jinan bilind dibe û teqeziya li ser giringiya beşdariya jinan di hemû qadên jiyanê de û bi taybetî di qada siyasî dike.
Têkildarî mijarê Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê axivîn.
Endama Nivîsgeha Têkiliyan a Jinan ya Partiya Sûriya Pêşerojê Rama El-Xidir Rama rola jinên Sûriyê anî ziman û got:
Rama El-Xidir: Divê jin di qada siyasî û civakî ya Sûrî de li pêş bin
“Jinên Sûrî li hemberî arîşeyan hêza xwe îsbat kir û di avakirina civakê de hêmaneke çalak in.
Di salên borî de jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêşengên tekoşînê bûn.
Ji perwerdehiyê bigire heya siyasetê di tevahî qadên jiyanê de hêz û wêrekiya xwe nîşan dan.
Lewre divê di qada siyasî û civakî ya pêşeroja Sûriyê de jin li pêş bin.
Di heman çarçoveyê de Endama Nivîsgeha Rêxistinî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Nahid Nehas jî destnîşan kir ku sosyalîzma demokratîk modelek e ku dikare civakeke adilane pêk bîne û wiha got:
Nahid Nehas: Sosyalîzma demokratîk dikare civakeke adilane pêk bîne
“Sosyalîzma demokratîk edaletê dixe navenda projeya xwe ya siyasî û civakî û hewl dide civakeke serkeftî û hevseng ava bike.
Rêvebera Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Erîc Qedûr jî derbarê sîstema hevserokatiyê axivî û got:
“Sîstema hevserokatiyê gaveke girîng ber bi bidestxistina wekheviya rastîn a zayendî ve ye.
Ev sîstema ku li ser felsefeya demokrasiya hevpar hatiye damezrandin, rê daye jin û mêran ku bibin şirîkên rastîn di biryardana siyasî de.
Di dîroka saziyên Sûriyê de sîstemek bi vî rengî çênebûye.”
Erîc Qedûr dawiya axaftina xwe de got ku sîstema hevseroktiyê ji bo avakirina civakeke sosyalîst a domdar ku rûmeta jinan diparêze, stûneke bingehîn e. Her wiha rola jinan di geşkirina welat de geş dike.



