Hevpeymana Civakî îfadeya rasteqîn a îradeya pêkhateyan e.
Hevserokê Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk Cîhad Hesen ezmûna Rêveberiya Xweser wek rêya derxistina Sûriyê ji aloziyê nirxand.
Cîhad Hesen diyar kir ku Hevpeymana Civakî ji aloziya Sûriyê re çareserî ye.
Hevpeymana Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê îfadeya rasteqîn a îradeya pêkhateyan e.
Derbarê Hevpeymana Civakî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, Hevserokê Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk Cîhad Hesen axivî.
Cîhad Hesen ezmûna Rêveberiya Xweser û projeya neteweya demokratîk wek modeleke rasteqîn a ji bo derxistina Sûriyê ji aloziyê nirxand û got:
Hevpeymana Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê îfadeya rasteqîn a îradeya pêkhateyên hêrêmê ye.
Cîhad Hesen: Gavên yekalî dubendiya Sûriyê kûrtir kirin
Cîhad Hesen bal kişand ser aloziyên li Sûriyê, komkujiyên li perava Sûriyê, Hema, Hums û gundewarên Şamê û wiha anî ziman:
Ev alozî ne nû ne, lê berhema bi salan a guhertin û nebûna pirrengiyê di pêkhatina dewleta Sûriyê de çi di serdema rejîma Baasê çi jî jî kiryarên heyî de ye.
Hesen gavên yekalî yên ku desthilata Şamê bêyî diyaloga rastîn a nîştimanî û bêyî hewldanên ji bo pêkanîna hevgirtina civakî avêtin, rexne kir û anî ziman ku gavên yekalî dubendiya Sûriyê kûrtir kirin.
Cîhad Hesen: Projeya Rêveberiya Xweser serkeftina xwe îsbat kir
CÎhad Hesen destnîşan kir ku tevî şer, êrişên DAIŞ’ê û destwerdanên derve jî, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê karîn hevgirtina xwe ya civakî biparêzin û dibêje:
Bi rêya Rêveberiya Xweser, meclisên xwecih, beşdariya civakê û nîvisandina hevpeymaneke civakî modelek mînak a jiyana hevbeş û pirrengiyê pêşkêş bike.
Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cihêrengiya xwe ya etnîkî, civakî, çandî û mezhebî mozaîka rastîn a Sûriyê nîşan dide.
Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk serkeftina xwe îsbat kir.
Cîhad Hesen: Hevpeymana Civakî ji aloziya Sûriyê re çareserî ye
Cîhad Hesen bi bîr xist ku Hevpeymana Civakî encama nîqaşên berfireh bi hemû pêkhateyên civakê re ye ku zêdetirî 2 salan dewam kir û got:
Hevpeyman ji derve nehatiye ferzkirin, lê belê ji rastiya herêmê derketiye holê û rêgezên wê yên bingehîn ên wekî edaleta civakî, wekheviya zayendî, parastina cihêrengiya çandî û olî û xweseriya dadgehê dikare ji aloziya Sûriyê re bibe çareserî.
Ez bang li rêxistinên civaka sivîl û hêzên demokratîk ên Sûriyeyî dikim ku modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk qebûl bikin.
Siberoja welatê me dê tenê bi destê zarokên wê yên ku bi demokrasî û pirrengiyê bawer in û dûrxistin û yekalîbûnê red dikin were avakirin.



