Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja duyemîn a Cejna Qurbanê de malbatên şehîdan û koçber tên ziyaretkirin.
Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja duyemîn a Cejna Qurbanê de ji saetên sibê ve şande serdana malbatên şehîdan û koçberan dikin.
Şandeyên meclisên malbatên şehîdan, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û hêzên leşkerî di roja duyemîn a cejnê de serdana malbatên şehîdan û koçberan dikin û cejna wan pîroz kir.
Di serdanan de rola şehîdan a di parastin û ewlehiya herêmê de hate vegotin. Her wiha berxwedana şervanan a li hemberî êrişan jî hat destnîşankirin.



