Çavkaniyên pijîşkî yên Filistînê ragihandin ku di encama topbarana Îsraîlê ya li ser çend deverên Xezayê de 11 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Ajansa Nûçeyan a Filistînê WAFA anî ziman ku îro danê sibê 5 kes, di nav wan de 2 zarok, di êrişeke firokeyên bêmirov ên Îsraîlê ku li dijî konên koçberan li devera Mawasî ya Xan Yûnisê pêk hat, hatin kuştin.
Zarokek jî ku di topbarana berê ya Îsraîlê ya li ser Xan Yûnisê birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.
Her wiha li Refehê ji ber gulebarana artêşa Îsraîlê li nêzî navenda alîkariyê ya li rojavayê bajêr 4 kes hatin kuştin û 70 kes jî birîndar bûn.
Di encama gulebarana artêşa Îsraîlê ya li nêzî navenda belavkirina alîkariyê ya li devera Netzarim a li navenda Xezayê de kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû.
Hêjayî gotinê ye ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an û vir ve ji ber şerê Îsraîlê yê li ser Xezayê 54 hezar û 772 hatin kuştin, 125 hezar û 834 kes jî birîndar bûn.



