Hevseroka Partiya Sûriya Pêşerojê Kewser Doko danezana destûra ku ji aliyê desthilata Şamê hatiyê ragihandin nirxand.
Kewser Doko xwest ku Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe modela destûra Sûriya siberojê.
Her wiha Kewser Doko got: “Hevpeymana Civakî nûnertiya tevahiya pêkhateyên gelê Sûriyê dike.”
Di 13’ê Adara 2025 serokê demkî yê desthilata Şamê Ehmed El-Şeri Danezana destûrî îmze kir.
Ev destûr ji gelek aliyan hat rexnekirin ji ber ku nûnertiya hemû pêkhateyan nake.
Li gel rexne û bertekên li ser vê destûrê, girîngiya Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî pêşniyarek ji bo destûreke nîştimanî ya giştî derdikeve pêş.
Ji ber ku hevpeyman Rêveberiya Xweser li ser beşdarbûn û lihevkirina hemî beşên civakê û pêkhateyên herêmê ye.
Têkildarî mijarê Hevseroka Partiya Sûriya Pêşerojê Kewser Doko ji Ajansa ANHA’yê re axivî û ev destûr rexne kir.
Kewser Doko: Gelê Sûriyê gelek zehmetî kişandin
Di destpêkê de Kewser Doko diyar kir ku gelê Sûriyê gelek zehmetî kişandin û wiha got:
“Zêdetirî nîv sedsalî ji serdema Partiya Baas’ê heya rejîma Esed gelê Sûriyê gelek êş ji paşguhkirin, înkar û bêdengkirinê kişandin.
Bi derketina şoreşa Sûriyê ya ku di Adara 2011’an de rû da hêviyên gel demokasî, azadî û edalet ji tevahiya Sûriyan re derketin.
Lê me di dema dawîn de siyasetên dûrxistin û paşguhkirin, bi taybetî li dijî jin û ciwanan dîtin.”
Kewser Doko: Divê desthilata Şamê sûdê ji modela Rêveberiya Xweser bigre
Kewser Doko modela Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bîr xist û bang li desthilata Şamê kir ku sûdê jê bigre.
Her wiha Kewser Doko bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser hevpeymanek civakî çêkiriye ku xizmeta tevahiya pêkhateyan dike û rola jin û ciwanan mîsoger dike.
Kewser Doko Danezana destûrî ya ku ji aliyê desthilata Şamê hatiye ragihandin rexne kir û got:
Kewser Doko: Ev destûr rola jin û ciwanan mîsoger nake
“Ev danezan beşdariya rasteqîn a pêkhateyan Sûriyê pêk neaniye.
Ev destûr rola jin û ciwanan mîsoger nake.”
Em daxwaza destûrekê dikin ku tevahî partî û pêkhateyên civakî bê paşguhkirin an dûrxistin bigire nava xwe.”



