Saziya Parastinê ya Zaxo ragihand ku agir girtiye Kampa Derkarê ya li Zaxo ku koçberên Şengalî têde bûn. Di şewatê de 3 konteynir şewitîne.
Saziya Parastinê ya Zaxo derbarê şewata li Kampeke ya koçberên Şengalê ya li sînorê Zaxo daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê agir girtiye Kampa Derkarê ya ser bi îdareya Zaxoyê.
Di şewatê de sê kontenir şewitîne û ti ziyanên canî pêk nehatine.
Hêjayî bibîr xistinê ye ev kampe xelkên Şengalê lê dimînin û PDK rê nadin ku vegerin ser cih û warên xwe.



