Li gel şaxek gul ku li hewşa girtîgeha Îmraliyê derketibû, Rêber Abdullah Ocalan ji bo Jîneolojiyê name şand.
Rêber APO destnîşan kir ku projeya wî ya derbarê jinê de ku nîvçe mabû êdî temam bûye û tişta dimîne pêkanîna wê ye.
Her wiha Rêber APO got, Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” bi pêşengiya jinê wê bimeşe û bi pêşkeve.
Rêber Abdullah Ocalan li gel şaxek gulê ya li hewşa girtîgeha Îmraliyê derketiye, nameyek ji Akademiya Jîneolojiyê re şand.
Rêber APO di peyamên xwe yên dîrokî de bal dikişîne ser hêz û pêşengiya jinê û dibêje:
Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” bi pêşengiya jinê wê bimeşe.
Rêber APO: Projeya min a ji bo jinê temam bûye, tişta dimîne pêkanîn e
Nameya rêber Apo ya ji bo Akademiya Jîneolojiyê wiha ye:
Min ji zarokatiya xwe ve hewl da ku ez bibim heval û rêhevalê jinê yê herî baş.
Di têkiliya min û dayîka min de jî, lêgerîna min a ji bo jina azad dikare were dîtin.
Dema ez nû anîm Girava Îmraliyê min gotibû:
“Xebata min a derbarê jinê de projeyeke ku nîvçe maye ye”.
Ev xebata min êdî temam bûye û tişta dimîne pêkanîna wê ye.
Rêber APO: Têkoşîna Azadiyê a jinê mîrateyeke gelekî girîng afirandiye
Rêber APO diyar kir ku têkoşîna azadiya jinê mîrateyeke gelekî girîng afirandiye û wiha anî ziman:
Wekî mêrekê min jî bi pîvanên etîk û estetîk ên li gorî azadiyê şekil girtine, xwe terbiye kir.
Min got, “Rêgeza bingehîn a Sosyalîzmê azadiya jinê ye”.
Ji Marks heta Stalîn, ji Mao heta Lenîn, eger pêwendiya tevahiya rêberên pêşeng a bi jinan re were lêkolînkirin, wê ev heqîqet hîn baştir were fêmkirin.
Projeya min a nîvçe maye, bi Jîneolojiyê re jî meşiya. Min xwest bi vê teorî û têgehê pirsgirêka jinê rast pênase bikim.
Rêber APO: Jinê wê pêşengiyê ji pêvajoya Aştiyê û Demokrasiyê re bike
Her wiha Rêber APO di nameya xwe anî ziman ku pêwîste hebûna jinê rast were pênasekirin û nasname û hebûna jinê bi rêbaza wekhevîbûnê bê nirxandin û got:
Sîmon dibêje ya; “Wekî jin nayê dinê, dibe jin”.
Pêwîste nasnameya jinê ya ku hatiya avakirin ji hêmanên zayendîperest were paqijkirin.
Woolf gotiye; divê odeyek aydê jinê bi xwe hebe. Pêwîste derbarê xwe de bifikire û karibe xwe ava bike.
Tê gotin ku femînîst dibêjin çima mêrek pêşengiya tevgera jin a Kurd dike.
Mafdar in, xweziya jinan karîbûya ev pêşengî bikiraya. Min jî ev gelekî dixwest.
Min her tim got, divê jina azad çawa be û ji bo wê proje, teorî çêkirin; min bîrdoziya azadiya jinê û Jîneolojî pêş xist, min ev gihad hêza rêxistinbûnê.
Ez dizanim ku wê jin pêşengiya pêvajoya “Aştî û demokrasiye” ya ku em hewl didin pêş bixin, bikin.
Bawer dikim ku wê ji niha û pê de jî pêşengiyê bikin û dibêjim ku ji niha û pê de jî, ez ê her tim qasî ku hun pêdivî dibînin bi we re bijîm û bi we re bim.



