Di 28’emîn Festîvala Respectê (Hurmet) a ku li bajarê Exeter a Brîtanyayê de hat lidar xistin,
Kurdan komxebata ‘Govendê’ ku şêwayek a berxwedanê ye ava kirin û li dijî nijadperestiyê banga girtina govendê kirin.
Dîrok, çand û paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Rêber Apo bi materyalên cûrbecûr hate nasandin.
Parlamenterê Exeter Steve Race û Şaredar Anne Jobson jî serdana standê kirin û peyama “Em li kêleka têkoşîna demokratîk a gelê Kurd in” dan.
Komxebata Govendê ya ku yek ji sembolên çanda berxwedana Kurdane hate lidarxistin, şopa xwe li ser festîvalê hişt.
Di dawiya komxebatê de, beşdarên ji neteweyên cûda bi hev re govend gerandin û li dijî nijadperestiyê helwestek kolektif nîşan dan.
Yek ji kêliyên herî bi coş û hestiyar ên festîvalê ew bû ku koma folklorê ya ji zarokên Kurd pêk dihat derket ser dikê.
Zarokên ku bi stranên Kurdî govend gerandin, performansên xwe nîşan dan.
Azad Amed, ku di dawiya festîvalê de li ser navê Komuna Kurd a Devonê axivî, wiha got:
“Ji bo me şanaziyeke mezin e ku em dikarin bi çand û nasnameya xwe bi awayekî azad beşdarî vê qadê bibin.
Ev festîval platformek e ku em dengê xwe ji bo aştî, azadî û siberoja hevpar a gelan lê didin bihîstin.”



