Li Los Angeles ê Amerîkayê li dijî polîtîkaya koçberiyê ya Donald Trump xwepêşandan hate lidarxistin.
Di roja sêyemîn de kolanên Los Angelesê veguherîn qada pevçûnan û polîsan bi tundî bersiv da xwepêşandanan.
Trump got hêzên Parastina Neteweyî dê bi tundî bersiva her êrişkariyekê bide.
Xwepêşanderên ku ji siyaseta koçberiyê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump hêrs bûne, kolanên Los Angelesê veguherandin qadên pevçûnan
Li gorî Reuters û CNN, li Los Angeles roja Yekşemê di navbera polîs û xwepêşanderên pevçûnên dijwar rûdan.
Çavkaniyan eşkere kirin ku 2 efserên polîsan di encama lêdana motorsîklêtê de birîndar bûne.
Li gor heman çavkaniyan bi hezaran xwepêşanderan jî rê girtine û otombîl şewitandine.
Veguhestina leşkerî ku li gel îtiraza rêveberiya xwecihî bi fermana Trump hate kirin, rageşî kêm nekir.
Kolanên Los Angeles ê Amerîkayê veguherîn qadên pevçûnan
Li navenda bajêr li nêzî cihekî binçavkirinê, çalakgerên ku alên Meksîkayê hildan û dirûşmên li dijî Daîreya Muxafaza Gumrukê û Koçberiyê (ICE) qîriyan û hêzên ewlekariyê bi hev ketin.
Rêya bejahî ya bi hejmara 101 ji aliyê xwepêşandêran ve ji du aliyan ve li trafîkê hate girtin.
Polîsan ji bo vekirina trafîkê hewl dan çalakgeran belav bikin.
Hin xwepêşandêr rûniştin, hinekan jî ji ser pirê cisim avêtin polîsan.
Bi helîkopteran anons hate kirin û ji xwepêşandêran hate xwestin, ku herêmê biterikînin.
Li derdora avahiya şaredariyê jî bi piştgiriya polîsên siwarî destwerdan hate kirin.
Polîsên Los Angelesê bi tundî bersiv da xwepêşandêran
Departmana Polîsan a Los Angelesê ragihand u roja Yekşemê 10 kes hatin binçavkirin, rojek berê jî 29 kes hatin binçavkirin.
Muxafizên Neteweyî yên ku Trump şand hîn li kolanan xuya nekirin.
Waliyê Kalîforniyayê Gavin Newsom diyar kir ku ev biryar wê rageşiyê hîn zêde bike.
Polîsan ji bo belavkirina xwepêşanderan gaza rondikrêj û guleyên plastîkî bikar anîn.
Her wiha hêzên Parastina Neteweyî hate bicîh kirin ji bo parastina dezgehên federal, bi taybet navendek binçavkirinê ya ku vê dawiyê koçber lê hatibûn girtin.
Trump: Ez ê serhildanek din mîna ya ku di dema biden de qewimî, tehemûl nekim
Trump got hêzên Parastina Neteweyî dê “bi tundî bersiva her êrişkariyekê bide” û gef xwar ku heke rewş xirabtir bibe dê hêzên deryayî (Marîn) bişîne.
Her wiha Trump got:
“Ez ê serhildanek din mîna ya ku di dema Biden de qewimî, tehemûl nekim.”
Waliyê Kalîforniyayê Gavin Newsom ev biryar rexne kir, û got:
“Ew hewldanek ji bo afirandina aloziyeke ku tune ye red dike û banga aramiyê kir”.
Ev xwepêşandan piştî girtina 44 koçberan pêk hat, ku bû sedema hêrsa gel ku ev roja sêyemîn e berdewam dike.



