Kurdên Rojavayê Kurdistanê, îro li Holendayê fedrasyonek ava kir.
Armanca wan ew e ku Kurdên Rojava li wî welatî werin birêxistinkirin û pêwendiya Kurd û Holendiyan xurt bibe.
“Federasyona Kurdên Rojava ya Holendayê” bi beşdariya gelek kesayet û partiyên Kurd hat avakirin..
Li gor berpirsên wê, armanca vê federasyonê ew e ku Holenda û Yekîtiya Ewropayê ji bo Rjavayê Kurdistanê roleke pozîtîv bilîzin.
Her wekî di navbera civaka Kurd û Holendî de pêwendiyê ava bike.



