Leşkerên dewleta Tirk a dagirker cotkarên gundekî li ser sînorê Kobanê û Bakurê Kurdistanê, gulebaran kirin.
Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku cotkarên gundê Kor Elî yê li gundewarê rojavayê Kobanê dema darên xwe av didan, ji aliyê leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatin armanckirin.
Çavkaniyan diyar kirin ku cotkaran li zeviyê xwe yên ku çend metreyan ji sînor ve dûr e darên xwe yên zeytûnê av didan.
Der barê birîndarî yan jî ziyanên canî de çavkaniyan tu agahiyên bêtir bi dest nexistin.
Di meha Gulanê de jî rewşên hedefgirtina gundiyên li gundewarê Kobanê ji hêla leşkerên dewleta Tirk ve hatine tomarkirin.
Leşkeran 2 zarokên ku pezê xwe diçêrandin gulebaran kirin.
Di encamê de birîndar nebûn, lê ji ber guleyên yekser çend pezên wan telef bûn.
Her wekî hata amedekirina vê nûçeyê, leşkeran jenetoreke kehrebê ya welatiyekî gulebaran kir û zirar gihandê.



