Çalakiya nobetê ya li Mexmûr ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja 691’an de bi koma 135’an bi biryardariyek xurt didome.
Çalakiya nobetê ji aliyê Stêra Zêrîn ve dewre hate girtin.
Merasîma dewrgirtinê li Saziya Malbatên Şehîdan bi beşdariya gel û çalakvanan hat lidarxistin.
Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê koma 134’an Zozan Pîranî axivî.
Zozan Pîranî berxwedana Rêber Apo silav kir û got:
“Di nava vê heftiyê de çûyîna gel Rêber Apo hate pêkanîn, em bi vê yekê gelek kêfxweşin.
Rêbertî di nav çar dîwaran de ji bo azadiya gelan xebat dide meşandin.”
Her wekî Zozan bangên aştî û civaka demokratîk bibîrxist û destnîşan kir ku dewleta Tirk li hember bangên Rêber Apo tu gavên berbiçav ne avêtine.
Zozan got, em deyîndarê Rêber Apo ne, heta bi fîzîkî azad nebe emê her li qada bin.
Piştî axaftinan koma 134’an bi durişmeyan çalakî dewrî koma Stêra Zêrîn kir.



