Rûsya weke bersiva êrişa Ukraynayê ku li ser balafirgehê pêk anî bû, ragihandin ku baregeha hewayî ya Ukraynayê xistine.
Li aliyê din hat ragihandin ku qonaxa yekem a danûstandina girtiyên di bin 25 salî de di navbera Rûsya û Ukraynayê de pêk hat.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan di bersiva êrîşa li ser baregehên hewayî yên Rûsyayê de li baregeha hewayî ya leşkerî ya Ukraynayê xist.
Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin ku baregeha hewayî ya leşkerî, di şevê de li nêzî wargeha Dubno ya li herêma Rivne hatiye hedefgirtin.
Hat destnîşankirin ku bi çekên dûr-menzîl ên rastbûna bilind ên ku ji hewayê hatine avêtin, êrîşeke dijwar li ser baregehê hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
“Ev yek ji êrîşên tolhildanê ye li dijî êrîşên terorîstî yên ku ji hêla rejîma Kîevê ve li ser balafirgehên leşkerî yên Rûsyayê hatine kirin.”
Êriş gihişt armanca xwe hemû hedefên diyarkirî hatin lêdan.”
Di navbera Rûsya û Ukraynayê de pevguhertina girtiyan pêk hat
Li aliyê din hat ragihandin ku qonaxa yekem a danûstandina girtiyên di bin 25 salî de di navbera Rûsya û Ukraynayê de pêk hat.
Derbarê vê yekê de Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyaniyek da.
Wezaretê ragihand ku yekem leşkerên girtî yên Rûsî yên di bin 25 salî de ji Ukraynayê hatin vegerandin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di berdêla van leşkerên girtî de bi qasî heman hejmara leşkerên girtî ji Hêzên Çekdar ên Ukraynayê dane Kîevê.
Hat ragihandin ku leşkerên Rûsî niha li Belarûsê ne û alîkariya psîkolojîk û bijîşkî ya pêwîst distînin.
Di daxuyaniyê de hat parvekirin ku hemû leşkerên Rûsî dê ji bo dermankirinê li saziyên bijîşkî yên wezaretê bînin Rûsyayê.
Wezaretê agahî li ser hejmara leşkerên ku beşdarî danûstandina girtiyan bûne parve nekir.
Zelensky: Pevguhertina girtiyan wê di çend qonaxan de bidome
Li aliyê din serokê Ukraynayê Zelenskî jî li ser hesabê xwe yê Telegramê derbarê mijarê de nivîsek parve kir.
Zelensky ragihand ku leşkerên Ukrayna di encama danûstandina girtiyan de vegeriyane malên xwe û got:
“Danûstandin îro dest pê kir û di rojên pêş de dê di çend qonaxan de berdewam bike.
Di nav kesên ku em niha vedigerînin de birîndar û birîndarên giran, û her weha yên di bin 25 salî de hene.”



