Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku îro li bajarê Qamişlo bi opeasyonên cuda Hêzên Têkoşîna Dij Madeyên Hişbir 5 bazirganên û çekên neruxsetkiriî girtin.
Li gor daxuyaniyê, di dema ku madeyên hişbir di dest kesekî de hat dîtin û girtin, operasyonê dest pê kir.
Di dema lêpirsînê de kesê girtî li tora bazirganiya hişbir û çekan mikur hat û di encamê de operasyonên cuda de kesên mayî yên torê hatin girtin.
Her wiha di lêgerîn û serdegirtinan de, komeke cûreyên hişbir li gel wan gelek çek, cebilxane, alavên leşkerî û komek pere jî hatin desteserkirin.
Hêzên Ewlekariyê diyar kir ku kesên hatine girtin ji bo temamkirina tedbîrên yasayî yên derbarê wan de, ji bo Dozgeriya Giştî hatin şandin



