Sibe wê li Siwêdayê kongreyeke siyasî ya Diyalogê were lidarxistin.
Li gor berpirsên wê, di kongreyê de wê avakirina komîteyeke siyasî û qanûnî û awayê pêwendiya li gel Desthilata Şamê were nîqaşkirin.
Li gor endamên komîteya amadekar û piştgiriya hejmareke çalakvan û siyasetmedarên herêmî wê kongre were lidarxistin.
Herî dawiyê jî lidarxistina kongreya diyalogê li ser Şêx Durziyan Hikmet El-Hicrî hat pêşniyarkirin û wî jî qebûl kir.
Her wekî berpirsên kongreyê diyar dikin ku wê bendên zelal û daxwazên niştîmanî pêşkêş bikin da ku hemû pêkhateyan razî bikin û piştgiriyê bidin aramiya Sûriyê.



