Her diçe li Îranê û Rojhilatê Kurdistan darvekirin zêde dibin.
Kampanyaya “Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ ragihand ku di nava 10 rojan de herî kêm 95 kes hatine darvekirin.
Di heman raporê de tê gotin ku ji serê vê meha Hezîranê ve 16 kes di girtîgehan de jî jiyana xwe ji derst dane.
Kampanyaya “Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ got ku desthilatdarên Îranê nikarin bersiva qeyrana aborî bidin û bi rêya bêdengkirin û darvekirinan daxwazên xelkê diveşêrin.



