Îro Komîteyên Hevbeş ên Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser û Wezareta Perwerdeyê li hev civiyan.
Li gor agahiyan di wê civînê de awayê pêkanîn û şopandina ezmûnan hatiye nîqaşkirin.
Piştî pêkanîna lihevkirinê derheqê ezmûnên refa 9 û 12’an, yekem civîn di navbera komîteyên herdu aliyan de hat lidarxistin.
Roja 8’ê hezîranê, Desteya Perwedeyê û Wezareta Perwerdeyê ragihand ku ezmûn ji bo 21 hezîranê hatin paşxistin.
Li gor wê biryarê, 11 hezîranê tomarkirina xwendekaran dest pê dike û 17 hezîranê bi dawî dibe.
Lewra, vêga 6 navend li 5 kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine vekirin da ku xwendekar navên xwe tomar bikin.



