Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Lubnanê NNA, nêzîkî 50 leşkerên Îsraîlî serê sibê sînor derbas kirin û ketin herêma Bir Şuayb a li rojhilatê bajarokê Blida li başûrê Lubnanê.
Leşkerên Îsraîlî Çemê Litanî li başûrê Lubnanê û Xeta Şîn, ku wekî sînorê bi Îsraîlê re tê destnîşankirin, derbas kirin û bi du treksan xebata kolandinê kirin.
NNA ragihand ku di şevê de, yekîneyeke din bi piştgiriya du wesayîtên Îsraîlî û treksek ji têla sînor a li herêma Krum el-Merah a li rojhilatê bajarokê Meys el-Cebel li ser sînor derbas bû û ber bi axa Lubnanê ve çû.
Tevî peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Lubnanê de di 27’ê Mijdara 2024’an de, Îsraîl gelek caran peymanê binpê dike.
Artêşa Îsraîlê, ku di dema êrîşên bejahî yên li ser Lubnanê de ket bajarokên li ser sînor, tevî xala vekişînê ya di peymana agirbestê de, li 5 xalan berdewam dike.
Îsraîl, ku bi êrîşên hewayî û bejahî li bajarokên nêzîkî sînor wêraniyên mezin çêkiriye, tevî ku bi mehan di ser agirbestê re derbas bûne jî, bi balafirên bêmirov û hin xalên li başûrê Lubnanê hedef digire.



