Meclisa Bajarê Amûdê bi hevserokên komînan re xebatên belavkirina mazotê gotûbêj kirin. Meclisê bang li şêniyan kir ku bi komîteyên pêwendîdar re hevkariyê bikin û li gorî biryarên hatine destnîşankirin tev bigerin.
Meclisa Şaredariya Amûdê û komîteya şopandina komînan, ji bo kar û barên belavkirina mazotê, civînek li dar xist.
Di civînê de hevserokên meclisa bajêr Efaf Resûl û Ebdulbaqî El Omerî û endamê komîteya şopandina komînan Ebdulselam Qfûr mekanîzmaya belavkirina mazorê şîrove kir.
Di civînê de hat destnîşankirin ku kar û barên belavkirina mazotê dê li gorî lîsteyên komînan were pêkanîn, di bin çavdêriya komîteyên şopandinê de ku her kes para xwe ya mazotê bistîne.
Hevserokan bang li şêniyan kir ku bi komîteyên têkildar re hevkariyê bikin û ji bo hêsankirina pêvajoya belavkirinê li gorî biyarên hatin dayîn tev bigerin.
Berî niha Midûriyeta Giştî ya Neft û Sotemeniyê miqdar û buhayê mazota germkirinê ya ji bo welatiyan û saziyan aşkera kir û diyar kir ku dê belavkirin di 15’ê Hezîranê de dest pê bike.
Buhayê mazota germkirinê ji bo malan û saziyan wiha ye:
- Bihayê mazotê ji bo saziyên sivîl û leşkerî bi 3 hezar lîre ye.
- Miqdara ku ji her malbatekê re hatiye veqetandin 300 lître ye, bi hezar lîre ye.
- Sazî û cihên olî: 100 lître ji bo her saziyekê.
- Desteya Perwerdeyê: 100 lître ji bo her odeyekê.
- Saziyên sivîl û leşkerî: 200 lître ji bo sobeyekê.



