Amerîka dibêje, jiyana Ehmed El-Şeri di xeteriyê de ye.
Nûnerê Amerîkayê ji bo Sûriyê Tom Barack got ku Rêveberiya Amerîkayê di warê jiyana Serokê Desthilata Şamê Ehmed El-Şeri nîgeran e.
Li gor wî, ji ber karê Ehmed El-Şeri yê birêvebirina Sûriyê dibe bibe armanca çekdarên nerazî.
Tom Barack ji Monitorê re got ku pêdiviya wan bi koordîneya parastina El-Şeri heye.
Li gor Barack, hinek çekdarên biyanî ji yên li kêleka El-Şeri parçe bûne, lewra dibe êrişan pêk bînin.
Lewra daxwaz kir ku gerek hevkarên Amerîkayê di nav hev de koordîneyê bikin da ku El-Şeri biparêzin.
Berî niha jî Reutersê ragihand ku Amerîka tevlîbûna cîhadîstên biyanî di nava Artêşa Sûriyê de qebû kiriye û dê hejmara wan derdora 3500 çekdarî be.
https://www.al-monitor.com/originals/2025/06/us-believes-syrias-sharaa-risk-assassination-trump-envoy-says



