Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser rêya navneteweyî ya nêzî bajarokê Dêr Hafirê 3 welatiyên Kurd ên ji bajarê Efrînê revandin.
Li gorî çavkaniyên ajansa ANF’ê kesên revandî di erebeya veguhastinê ya bi cureya (H1) a spî de bûn û ji Qamişloyê ber bi taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ve diçûn.
Navên revandiyan wiha ne: Ebdulhenan Mistefa,Ekrem Mihemed Elo û Ebduselam Ehmed El Xelîlm.
Şêniyên ku di heman erebeyê de bi revandiyan re bûn, diyar kir ku çeteyan ew di bin gefa çekê de ber bi cihekî nenas ve birin û hîna heta vê kêliyê revandî ne û aqûbeta wan nehatiye zanîn.
Ev kiriyar, li gorî xalên 8 û 3 yên peymana Helebê hatin binpêkirin.
Naveroka xala 8’an wiha dibêje ku tevgera çûn û hatinê ya şêniyên her du taxan bi serbestî ye û nabe kesekî ku destê wî bi xwîna Sûriyan nebûye werin girtin.
Her wiha naveroka xala 3’yan diyar dike ku divê wezareta Hundirîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn berpirsiyarên parastina şêniyên herdu taxanin bike.



